KILAM 81
Jiyana Pêşengan
(Waiz 11:6)
-
1. Li serê sibehê, berî ku roj hiltê,
xewa me hebe jî,
em hazir in ku bikevin rê.
Hin mirov guh didin, hinek guh nadin me.
Cewaba mirovan çi be jî,
em diçin xizmetê.
(DÎSGOTIN)
Jiyana me ev e!
Em guh didin Xwedê
roj bi roj em îşê wî dikin.
Em ji vê jiyanê
pir kêfê distînin,
çimkî em ji Yehowa gelek hez dikin.
-
2. Gava em êvarê vedigerin malê,
dilê me pir şa ye
seba bereketên xizmetê.
Yehowa îşekî pir muhîm daye me.
Em ji dil spas dikin
ji bona vê kerema Xwedê.
(DÎSGOTIN)
Jiyana me ev e!
Em guh didin Xwedê
roj bi roj em îşê wî dikin.
Em ji vê jiyanê
pir kêfê distînin,
çimkî em ji Yehowa gelek hez dikin.
(Li van ayetan jî binêre: Yêşû 24:15; Zeb. 92:2; Rom. 14:8)