KILAM 87
Civînên ku Dilê Me Xurt Dikin
(Îbranî 10:24, 25)
-
1. Însanên vê dinyayê winda bûne,
ew rêya Xwedê nizanin.
Em hewceyî rêberiya saxlem in,
da ku em serkeftî bibin.
Civînên me cesaretê didin me,
îmana me zêde dikin.
Ew hêviya me tînin ber çavê me,
biratiya me xurt dikin.
Em hazir in ku guh bidin Yehowa,
emê daxwaza wî bikin.
Bi saya civînan em rastdariyê
û emrên Xwedê hîn dibin.
-
2. Xwedê hewcedariyên me dizane,
şîretên wî bifeyde ne.
Loma em civînên xwe îhmal nakin,
qîmeta wan pir mezin e.
Birayên hêja me perwerde dikin
di rêya baweriyê de.
Bi saya desteka malbata ruhî
em tu caran ne tenê ne.
Gerek em xwe bispêrin Peyva Xwedê
û guh bidin gotinên wê.
Loma wek Yehowa ji me dixwaze,
emê herin her civînê.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 37:18; 140:1; Mtl. 18:1; Ef. 5:16; Aqûb 3:17)