Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 87

Werên! Hêlana Bistînin

Werên! Hêlana Bistînin

(Îbranî 10:24, 25)

  1. 1. Li ser wê dinê merî zulmyê dikin.

    Rastya Xwedê ew nas nakin.

    Nikarin gavên xwe rêberî bikin,

    Û rast şixula safî kin.

    Hergê em timê tevî hev bicivin,

    Emê dilgermyê bistînin.

    Ew hêlanê dide me qencyê bikin,

    Qewatê dide ku herin.

    Werên em hertim xwe rya rast bigirin

    Û bawerya xwe qewî kin.

    Civîn hîn dikin ku çawa em bijîn.

    Hizkirina Xwedê xwey kin.

  2. 2. Xwedê rind zane hewcê me çida ne,

    Wê rêberya rast bide me.

    Bi temamî îtbarya xwe wî bîne.

    Civata xwe tu nehêle.

    Biratya me timê me qewî dike,

    Hazir e dest bavêje me.

    Tevî malbeteke usa bextewar,

    Emê tu car tenê nîbin.

    Roja şabûnê çiqas nêzîk dibe,

    Hevdu hê zêde hiz bikin.

    Hingê emê bîlanya rast bistînin,

    Ku civatê xwe qîmet kin.

(Usa jî binihêre Zeb. 37:18; 140:1; Metlk. 18:1; Efes. 5:16; Aqûb 3:17).