KILAM 88
Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide
(Zebûr 25:4)
-
1. Yehowa Xwedê, tu şivanê me yî,
em şa ne ku em miyên te ne.
Ji bo gavên me Peyva te çira ye,
ji bo rêya me ronahî ye.
(DÎSGOTIN)
Qanûnên te gişt adil û rast in,
me ji xerabiyê diparêzin.
Me hîn bike, me perwerde bike
û rêyên xwe nîşanî me bide!
-
2. Xwedê, çi qas mezin e hîkmeta te,
her şîreta te bêemsal e.
Xizmetkarên te gelekî kêfxweş in
bi rêberiya ku te daye.
(DÎSGOTIN)
Qanûnên te gişt adil û rast in,
me ji xerabiyê diparêzin.
Me hîn bike, me perwerde bike
û rêyên xwe nîşanî me bide!
(Li van ayetan jî binêre: 2. Mû. 33:13; Zeb. 1:2; 119:27, 35, 73, 105)