Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 94

Em ji bo Peyva Xwedê Şikurdar in

Em ji bo Peyva Xwedê Şikurdar in

(Filîpî 2:16)

  1. 1. Bavê me Yehowa, ji bo Peyva te

    em pir şikurdar in, ew xezîne ye.

    Em êdî azad bûne

    bi saya Peyva te,

    ew ronahî dike hemû gavên me.

  2. 2. Peyva te wek şûr e, ew digihîje

    fikrên di kûrahiya dilê me de.

    Zelal û bêqisûr in

    hemû qanûnên te,

    ew me diparêzin di her tiştî de.

  3. 3. Pêxemberên berê însan bûn wek me,

    loma Peyva te dilê me digire.

    Bi rastî biqîmet in

    hemû şîretên te.

    Em pir şikurdar in ji bo Peyva te!

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 19:9; 119:16, 162; 2. Tîm. 3:16; Aqûb 5:17; 2. Ptr. 1:21)