KILAMA 95
Ronayî Hê Zelal Dibe
(Metelok 4:18)
-
1. Gelo, kifşkiryê Xwedê wê kîjan be?
Pêxembera lêkolîn dikir.
Ruhê pîroz rind bo Îsa eyan kir,
Wê ewê bêne xilazkirin.
Ew dem îda hat, Îsa kifş bû Padşa,
Sora pîroz rind eyan bû.
Wede derbaz bû, ew yek bo me vebû,
Ku dixwest in fem kin milyaket.
(LÊWEGERANDIN)
Mera rya Xwedê eyan dibe,
Ronayêda em dimeşin.
Hertim em qebûl kin rastyên wî;
Rêberyên Xwedê pir baş in.
-
2. Xweyê me xulamê amin kifş kirye,
Xwarna ruhanî hazir dike.
Niha ronaya rastyê hê zelal e,
Ew rind digihîje dilê me.
Rya me roj bi roj ronkayê dide me.
Em gavê xwe rast davêjin.
Yehowa, em gelek ji te razî ne,
Rya rastyê te mera eyan kir.
(LÊWEGERANDIN)
Mera rya Xwedê eyan dibe,
Ronayêda em dimeşin.
Hertim em qebûl kin rastyên wî;
Rêberyên Xwedê pir baş in.
(Usa jî binihêre Rom. 8:22; 1 Korn. 2:10; 1 Pet. 1:12).