KILAM 96
Kitêba Pîroz Xezîne ye
(Methelokên Silêman 2:1)
-
1. Bi destê rûpelên Kitêba Pîroz
em hêvî û hizûrê distînin.
Gotinên vê kitêbê bêemsal in,
ew ronahî û jiyanê didin.
Belê, Kitêba Pîroz xezîne ye,
qîmeta şîretên wê mezin e.
Ew bi îlhama Yehowa çêbûye,
bi hêza ruhê wî pêk hatiye.
-
2. Peyva Xwedê zelal dike ku çawa
hatibûn çêkirin erd û ezman.
Ew dibêje ku jin û mêrê pêşîn
winda kirin hem cenet hem jiyan.
Ew behsa melekê ku serî hilda
û destpêka kul û derdan dike.
Ji xeynî vê, ew hêviyê dide me,
rêya jiyanê rêyî me dide.
-
3. Îsa Mesîh li ser text rûniştî ye,
ev yek me gelekî dilxweş dike.
Loma em vê mizgînê belav dikin,
Xwedê ev îşê mezin daye me.
Wexta ku em Peyva Xwedê dixwînin,
em dengê Yehowa dibihîzin.
Em ji Xwedê re çi qas şikurdar in
ji bona vê xezîneya mezin!
(Li van ayetan jî binêre: 2. Tîm. 3:16; 2. Ptr. 1:21)