KILAMA 98
Nivîsar ji Bîna ber Xwedê ye
(2 Tîmotêyo 3:16, 17)
-
1. Xebera Xwedê pîroz e,
Şewqê dide emrê me.
Ewên ku derên ji teryê,
Ewê xilaz bin bi rastyê.
-
2. Kitêb ji bîna ber te ye,
Bi şîreta tije ye.
Em ji wê, distînin temya,
Û rya rast dibînin xwera.
-
3. Xebera teda hîn dibin,
Wekî te em hiz kirin.
Hergê em her roj bixûnin,
Pêşkêşa emir bistînin.
(Usa jî binihêre Zeb. 119:105; Metlk. 4:13).