Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 100

Mêvanperwer Be

Mêvanperwer Be

(Karên Şandiyan 17:7)

  1. 1. Yehowa yekî pir mêvanperwer e,

    cihêtiyê nake, xema me dixwe.

    Ew destvekirî ye,

    şewqa tavê dide,

    dibarîne berf û baranê.

    Wexta ku em ji dil qenciyê dikin

    em çav didin emsala herî mezin.

    Mêvanheziya me,

    qencî û xêra me

    qet narevin ji çavê Xwedê.

  2. 2. Eger kesek bikeve tengasiyê

    û em bi dilxwazî destek bidinê,

    Xwedê wê şa bibe,

    çimkî ew dibîne

    hemû kesên ku xêrê dikin.

    Bi sedsalan berê, Lîdya wisa bû,

    ew hem comerd hem jî mêvanperwer bû.

    Bila em mîna wê

    mêvanperweriyê

    ji her kesî re nîşan bidin.

(Li van ayetan jî binêre: Kar. 16:14, 15; Rom. 12:13; 1. Tîm. 3:2; Îbr. 13:2; 1. Ptr. 4:9)