KILAM 104
Ruhê Pîroz – Hediyeya Xwedê
-
1. Bavê ezmanî, tu dilovan î,
tu mezintir î ji dilê me.
Alî me bike, ruhê xwe bide,
me dilrihet û teselî bike.
-
2. Em qisûrdar in û gunehkar in,
em hewceyî desteka te ne.
Xwedê, hawara me bibihîze,
ruhê pîroz her tim li ser me be.
-
3. Gava em sist in yan jî bêhal in,
ruhê te qewetê dide me.
Bi saya te em hêzê distînin,
ruhê te barê me sivik dike.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 51:11; Yûh. 14:26; Kar. 9:31)