Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 106

Hezkirinê bi Pêş Bixe

Hezkirinê bi Pêş Bixe

(1. Korîntî 13:1-8)

  1. 1. Çi qas xweş in sifetên Xwedê,

    gerek em bala xwe bidinê.

    Ji sifetên wî yên sereke

    yê herî mezin hezkirin e.

    Hunerên me çi qas pir bin jî,

    muhîm e ku em bi dewamî

    hezkirina xwe bi pêş bixin,

    da ku em wek Yehowa bibin.

  2. 2. Bi saya hezkirina rastîn

    di dilê me de namîne kîn.

    Wek Îsa Mesîh nîşan dabû,

    gerek em efû bikin hevdû.

    Hezkirin sebra me hê zêde

    û barê me siviktir dike.

    Bila em vêya ji bîr nekin:

    Tu car xelas nabe hezkirin!

(Li van ayetan jî binêre: Yûh. 21:17; 1. Kor. 13:13; Gal. 6:2)