KILAM 108
Hezkirin û Dilsoziya Xwedê
(Îşaya 55:1-3)
-
1. Yehowa dilsoz e,
ew ji dil xema me dixwe.
Wî Îsa Mesîh şandiye
ku ji bo me bibe fîdye.
Êdî vekirî ye derî
ji bo jiyana bêdawî.
(DÎSGOTIN)
Hemû kesên tî, werin!
Ava jiyanê vexwin.
Belê, kesên tî, werin!
Keremê bistînin.
-
2. Yehowa dilsoz e,
ew armanca xwe pêk tîne.
Wî text daye Îsa Mesîh
ku daxwaza xwe bîne cih.
Karên Xwedê nîşan dikin
hezkirina wî ya mezin.
(DÎSGOTIN)
Hemû kesên tî, werin!
Ava jiyanê vexwin.
Belê, kesên tî, werin!
Keremê bistînin.
-
3. Yehowa dilsoz e,
hezkirina wî kamil e.
Gerek em jî bi dilsozî
mizgînê bidin her kesî.
Em behsa Yehowa dikin,
da ku mirov wî nas bikin.
(DÎSGOTIN)
Hemû kesên tî, werin!
Ava jiyanê vexwin.
Belê, kesên tî, werin!
Keremê bistînin.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 33:5; 57:10; Ef. 1:7)