KILAM 111
Sebebên Dilxweşiya Me
-
1. Ji bo ku em geş û dilxweş bin
çi qas pir in sebebên me!
Mirovên ji hemû miletan
rêya jiyanê dîtiye.
Bila bibihîze her însan
ku Îsa bûye Padîşah.
Em xebera xêrê didin wan,
da ku nas bikin Yehowa.
Dilxweşiya me gelek kûr e,
kul û derdên me hebin jî.
Li hemberî xemên jiyanê
Yehowa sebrê dide me.
(DÎSGOTIN)
Yehowa Xwedê mezin e,
hemû karên wî kamil in.
Ronahiya wî, rêberiya wî
dilê me çi qas xweş dikin!
-
2. Tiştên ku Xwedê çêkirine,
erd û ezman, deşt û zozan,
hemû çi qas rind û bedew in,
em jê re dimînin heyran.
Ji her kesî re em dibêjin
ku nêzîk e roja Xwedê.
Ewê nîmetan bibarîne
ser ceneta li dinyayê.
Mîna tava piştî baranê,
dilxweşî wê zêde bibe.
Dinyaya nû li ber derî ye,
jiyan wê bê kul û derd be!
(DÎSGOTIN)
Yehowa Xwedê mezin e,
hemû karên wî kamil in.
Ronahiya wî, rêberiya wî
dilê me çi qas xweş dikin!
(Li van ayetan jî binêre: 5. Mû. 16:15; Îşa. 12:6; Yûh. 15:11)