KILAMA 114
Sebira Mezin
(Aqûb 5:8)
-
1. Yehowa Padşê me ye.
Hêjayî navê xweye ew,
Ji dil ew pir dixwaze,
Navê xwe pîroz rûmet ke.
Gelek sal berdewam, ew
Sebra mezin kifş dike.
Hertim hizkirina xwe,
Mera eyan dike.
Xwestina wî ew yeke,
Ku her kes rind wî nas bike.
Bi saya Xwedê, timê
Dilê me wê şabûn kifş ke.
-
2. Sebirkirin dikare,
Alî bike rastyê hiz kin.
Nahêle em dilteng bin,
Ji şer-dewa xwe dûr bigrin.
Sebirbûn alî dike,
Timê edlayêda bin.
Gava tişt safî dikin
Nahêle em şaş bin.
Ruhê Pîroz dikare,
Alî ke tim herin pêşda.
Lema sebirbûnêda,
Emê çev bidin Yehowa.
(Usa jî binihêre Derk. 34:14; Îşa. 40:28; 1 Korn. 13:4, 7; 1 Tîmt. 2:4).