Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 117

Wek Yehowa Qenc Be

Wek Yehowa Qenc Be

(2. Dîrokan 6:41)

  1. 1. Yehowa, tu Bavê me yî,

    tu her tim dilovan î.

    Çi qas qenc î û dilsoz î,

    tu Xwedayê pîroz î.

    Bêhesab e kerema te,

    ji me gunehkaran re.

    Em ji te re şikurdar in

    ku em aîdî te ne.

  2. 2. Bila em jî wek te qenc bin

    ji hemû mirovan re.

    Em mizgînê belav dikin

    ku her kes te nas bike.

    Duaya me bibihîze,

    ruhê pîroz bide me.

    Qenciya te bila her roj

    rêberiya me bike.

  3. 3. Li malbatê, li civatê

    ji hemû însanan re

    em dixwazin her tim qenc bin

    bi her peyv û karê xwe.

    Hêjayî qenciya me ne

    hemû xwişk û brayên me.

    Roj bi roj alî me bike,

    bila em qenc bin wek te.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 103:10; Mar. 10:18; Gal. 5:22; Ef. 5:9)