KILAMA 117
Berên Qenciyê
(2 Dîrok 6:41)
-
1. Ya Yehowa gelek rem î,
Emrê me te kerem kir.
Tu pîroz î, pir amin î,
Çimkî te me zef hiz kir.
Hindava me dilovan î,
Gava em ne hêja ne.
Tu qencya me qe bîr nakî.
Emê xizmet kin bo te.
-
2. Çaxê tu me teglîf dikî,
Rema te eyan dibe.
Alî dikî mizgîn bidin.
Ku xwey kin rêberyên te,
Şîretên te, hînkirinê,
Her dera em bela kin.
Ruhê pîroz tu bide me.
Bo qencyê em hazir bin.
-
3. Dixwazin em qencyê bikin
Biratya hemdinyara.
Gava ser xwe dixebitin
Em dilrem in, hevdura
Her civat û malbetada.
Li ser temamya dinê,
Qewata te alî dike,
Em bikin karên qencyê.
(Usa jî binihêre Zeb. 103:10; Marq. 10:18; Galt. 5:22; Efes. 5:9).