KILAM 120
Mîna Îsa Mesîh Sernerm Be
-
1. Îsa Mesîh sernerm û nefsbiçûk bû,
di dilê wî de quretî tune bû.
Wî karê xwe bi dilnizmî anî cih.
Emsaleke mezin e Îsa Mesîh!
-
2. Îsa Mesîh gazî dilnizman dike,
ew tim hazir e ku alî wan bike.
Loma wexta ku barê me giran e,
ew hêz û hizûrê dide dilê me.
-
3. Gerek em ji hevdû re nefsbiçûk bin,
çimkî em gişt xwişk û birayên hev in.
Eger em wek Îsa Mesîh sernerm bin,
emê xelateke mezin bistînin.
(Li van ayetan jî binêre: Mtl. 3:34; Met. 5:5; 23:8; Rom. 12:16)