KILAMA 122
Qewî Bisekinin!
(1 Korintî 15:58)
-
1. Îro cimet tirsa tev-hev dibin,
Wê çi be kutasiyê, ew nizanin.
Emê mêrxas, qewî bisekinin,
Xwedêra xizmet bikin.
(LÊWEGERANDIN)
Em gerekê qewî bin,
Ji dinya qelp birevin.
Emê ser erdê nû
Lezetê bivînin.
-
2. Emê serwaxt û hişyar bimînin,
Wekî dûrî telkên vê dinê bin.
Hergê temyê Xwedê biqedînin,
Emê her gav xwe xwey kin.
(LÊWEGERANDIN)
Em gerekê qewî bin,
Ji dinya qelp birevin.
Emê ser erdê nû
Lezetê bivînin.
-
3. Bi dil û can Xwedêra xizmet kin,
Û her dera mizgînyê bela kin.
Bira her kes ew yek pêbihese,
Dinya qelp kuta dibe.
(LÊWEGERANDIN)
Em gerekê qewî bin,
Ji dinya qelp birevin.
Emê ser erdê nû
Lezetê bivînin.
(Usa jî binihêre Lûqa 21:9; 1 Pet. 4:7).