KILAM 124
Tim Dilsoz Be
(Zebûr 18:25)
-
1. Tim dilsoz be ji Xwedê re,
ji wî qet dûr nekeve.
Bi dilnizmî guh bide wî,
li rêya wî bimeşe.
Şîretên wî pir hêja ne
ji bona jiyana me.
Ew dilsoz e, pêbawer e,
tim li ba wî bimîne.
-
2. Li van rojan, pir muhîm e
ku em alî hev bikin.
Em qîmetê didin hevdû,
em ji hev re dilsoz in.
Malbata me bêemsal e,
em qedrê hev digirin.
Di civata Yehowa de,
em bi rastî dilşad in.
-
3. Eger em tim bi dilsozî
cihê xwe bizanibin,
rêya me wê vekirî be,
emê xêrê bibînin.
Eger em bi nefsbiçûkî
guh bidin şivanên xwe,
Yehowa wê bereketan
li ser me bibarîne.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 149:1; 1. Tîm. 2:8; Îbr. 13:17)