KILAMA 124
Timê Amin in
(Zebûr 18:25)
-
1. Em amin in Yehowara,
Dixwazin hertim hiz kin.
Pêbihesin xeberên wî,
Û pê wan rêberî bin.
Lêkolîn kin şîretên wî
Ewê me kerem bike.
Xwedayê me pir amin e,
Îtbarya xwe wî bîne.
-
2. Em amin in dest davêjin
Xûşk-birên tengasyada.
Dilovan in hindava hev
Dibêjin, dikin qencya.
Bi temamya dilê xwe em
Qedrê hevdu digirin,
Emê timê bixebitin,
Biratya xwe hiz bikin.
-
3. Em amin in xûşk-birara,
Em gura rûspyada nin
Bi temamya dilê xwe em
Temyên wan diqedînin.
Milûktî û aminya me
Xwedê wê kerem bike.
Tenê ew in para Xwedê,
Kê amin e, helal e.
(Usa jî binihêre Zeb. 149:1; 1 Tîmt. 2:8; Îbrn. 13:17).