KILAM 125
Xwezî bi Yên ku Dilrehm in!
-
1. Rehma Yehowa mezin e,
ew adil û efûkar e.
Xwedê ji me pir hez dike,
loma ew xema me dixwe.
Eger ku em tobe bikin,
seba sûcên xwe poşman bin,
ewê rehmê li me bike,
gunehên me efû bike.
-
2. Wexta ku em dua dikin
ku sûcên me bên bexşandin,
bila em qet ji bîr nekin
gerek em jî efûkar bin.
Eger em sûcên kesên din
bi dilrehmî efû bikin,
Xwedê wê bê şik sûcên me
bi dilrehmî efû bike.
-
3. Wexta ku em xêrê dikin
gerek em pesnê xwe nedin.
Şik tune ku tu xêra me
ji çavê Xwedê nareve.
Bi saya vê dilrehmiyê,
emê bibin dostên Xwedê.
Xwezî bi yên ku dilrehm in,
ewê xelatê bistînin!
(Li van ayetan jî binêre: Met. 6:2-4, 12-14)