KILAMA 125
Kê Dilrem e, Bextewar e
-
1. Xwedayê me gelek rem e,
Pê kirên xwe eyan dike.
Ku timê bo me xem dike
Û gunê me dibaxşîne.
Ew pişta xwe wê nede me,
Çimkî ew qenc e û rast e.
Em sist in ew me fem dike,
Çimkî ew gelek dilrem e.
-
2. Çaxê gunê giran dikin,
Em gelekî dilteng dibin.
Lê bo me rê vekir Îsa,
Xwedê dibaxşîne dîsa:
“Bavo, em dua te dikin
Şaşyên xwe em tobe dikin”.
Emê hevdu bibaxşînin,
Û usa edlayê xwey kin.
-
3. Gava remtiyê em kifş dikin,
Em kara xwe qet nagerin.
Em xûşk-birên xwe hiz dikin,
Dixwazin dilê wan şa kin.
Xwedê kirên me divîne,
Wê eseyî me xelat ke.
Kê dilrem e bextewar e,
Ber Xwedê gelek qîmet e.
(Usa jî binihêre Met. 6:2-4, 12-14).