KILAM 126
Hişyar, Qayîm û Mêrxas Be
-
1. Hişyar, qayîm û mêrxas be,
sebir û sebat bike.
Tuyê helbet serkeftî bî,
tu caran guman neke!
Bi dilsozî guh bide Îsa,
bîne cih daxwaza Yehowa.
(DÎSGOTIN)
Biqewet, hişyar û mêrxas be,
nêzî Xwedê bimîne.
-
2. Hişyar be, hay ji xwe hebe,
bi dewamî hazir be
û bi rêberiya Îsa
bi dilnizmî bimeşe.
Şîretên Xwedê qebûl bike,
çimkî ew ji bo xêra te ne.
(DÎSGOTIN)
Biqewet, hişyar û mêrxas be,
nêzî Xwedê bimîne.
-
3. Hişyar û baldar bimîne,
rastiyê biparêze.
Dijminên me gelek bin jî,
Yehowa bi me re ye.
Padîşahiyê îlan bike
heta ku Xwedê bêje: “Bes e!”
(DÎSGOTIN)
Biqewet, hişyar û mêrxas be,
nêzî Xwedê bimîne.
(Li van ayetan jî binêre: Met. 24:13; Îbr. 13:7, 17; 1. Ptr. 5:8)