KILAMA 130
Hevdu Bibaxşînin
(Zebûr 86:5)
-
1. Xwedê bi hizkirin
Kurê xwe seva me da.
Gunê me wê bibaxşîne,
Mirin tune be îda.
Ku gunê xwe em tobe kin,
Tev Xwedê aştyêda bin.
Bi saya Îsa Mesîh em
Baxşandinê distînin.
-
2. Hergê bibaxşînin,
Wê Xwedê me bê remê.
Hindava hev dilovan bin,
Hertim xwey kin edlayê.
Hizkirina xwe zêde kin,
Dilê hev em nehêlin.
Qedrê bratya xwe bigirin,
Sebra mezin eyan kin.
-
3. Her kes dilremtyêda,
Gere çev bide Xwedê.
Hêrsê dilada xwey nekin,
Em ji xwe dûrxin xeydê.
Dilşewatî îznê nade,
Dilê hevdu bêşînin.
Dil û can hev bibaxşînin,
Mîna Xwedê dilrem bin.
(Usa jî binihêre Met. 6:12; Efes. 4:32; Kols. 3:13).