KILAMA 133
Qulix ke Yehowara Cahiltiya Xweda
(Waîz 12:1)
-
1. Gelî keçikno û xortên cahil,
Bona Yehowa hûn bûne heval.
Bi dê û bav û neferên malê,
Bona we xem dike Xwedê timê.
-
2. Qedirê dê û bavê xwe bigire,
Dilê wana tu car neêşîne.
Hertim Xwedê û meriya tu şa ke,
Yehowa Xwedê wê te kerem ke.
-
3. Cahiltiya xweda Xwedê bîr neke,
Tu timê rastiya wîda mezin be.
Helaliya xwe Xwedêra nîşan ke,
Tu dilê Padşa Yehowa şa ke.
(Usa jî binihêre Zeb. 71:17; Lûr. Yêrem. 3:27; Efes. 6:1-3).