Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 135

Yehowa Dibêje: “Kurê Min, Serwaxt be”

Yehowa Dibêje: “Kurê Min, Serwaxt be”

(Metelok 27:11)

  1. 1. Gelî cahilno hûn

    dilê xwe bidne min.

    Emrê cahiltya xwe

    pêşkêşî li min kin.

    Ku ez bikarbim caba

    Mîrê-cin bidim.

    Hiz bike Xwedê xwe,

    amin be tu hertim.

    (LÊWEGERANDIN)

    Tu lawê min û keça delal,

    Bi dil û can xizmet bikin,

    Ku bîlanya we tim eyan be,

    Timê dilê min şa bikin.

  2. 2. Pê dilê hazir

    minra xizmetyê bike,

    Tu car tu netirse

    hertim gazî min ke.

    Hergê tu bikevî

    bidim alîkarî.

    Ezê te qewî kim

    ku tim tu îtbar bî.

    (LÊWEGERANDIN)

    Tu lawê min û keça delal,

    Bi dil û can xizmet bikin,

    Ku bîlanya we tim eyan be,

    Timê dilê min şa bikin.

(Usa ji binihêre Qan. Dcr. 6:5; Waîz 11:9; Îşa. 41:13).