KILAMA 136
Bira Yehowa Te Kerem Bike
(Rût 2:12)
-
1. Yehowa amin e, û wan nas dike,
Kê xizmet dike dil û can.
Zane ku wana xwe înkar kirine,
Gava divîne cefê wan
Evên ku hîştine malbet, mala xwe
Zanin wê Xwedê xelat ke.
Pêşkêş wê bide biratîke mezin
Û paşê her-heyî xwey ke.
(LÊWEGERANDIN)
Bira Yehowa te kerem bike,
Seva her karên baş ku tu dikî.
Bin perê wîda tu cîwar be.
Tu car te bîr nake, hergê amin bî.
-
2. Gava tengasyada bêhal dibin em,
Me tirê îda çar tune.
Lê Xwedê bavê me her tişt rind zane,
Her roj bo me difikire.
Lema em her gav Xwedêra dua kin,
Dilê xwe wîra em vekin.
Kitêba Pîroz û qewata Xwedê
Alî bikin em sebir kin.
(LÊWEGERANDIN)
Bira Yehowa te kerem bike,
Seva her karên baş ku tu dikî.
Bin perê wîda tu cîwar be.
Tu car te bîr nake, hergê amin bî.
(Usa jî binihêre Hakim. 11:38-40; Îşa. 41:10).