KILAM 138
Porê Spî Taca Rûmetê ye
(Methelokên Silêman 16:31)
-
1. Gelek xwişk û brayên me
kal û pîr bûne.
Em qîmetê didin wan,
ew xezîne ne.
Qeweta bedena wan
ne wek berê ye,
lê îmana wan hê jî
gelekî xurt e.
(DÎSGOTIN)
Yehowa, bibîne
kesên extiyar.
Roj bi roj ji wan re
bibe Alîkar!
-
2. Taceke rûmetê ye
porê wan ê spî,
çimkî ew dilrast mane
bi wefadarî.
Wan qeweta xwe xerc kir
ji bo Yehowa.
Gerek em ji bîr nekin
van kesên hêja.
(DÎSGOTIN)
Yehowa, bibîne
kesên extiyar.
Roj bi roj ji wan re
bibe Alîkar!
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 71:9, 18; Mtl. 20:29; Met. 25:21, 23; Lûqa 22:28; 1. Tîm. 5:1)