KILAMA 138
Rû-Guliyê Sipî Kofiya Rûmetê ye
(Metelok 16:31)
-
1. Gelek xûşk û birên me,
Kal û pîr bûne.
Lê ruhanî ewana;
Gelek qewî ne.
Qewata berê tune,
Kul-derd gelek in.
Bavo, bîne bîra wan,
Derd wê kuta bin.
(LÊWEGERANDIN)
Bavo, tu bîr neke
Kirên wan amin.
Û wanara bêje,
Bijîn hûn hertim.
-
2. Porê wana spî bûye
Lê xizmet dikin.
Ew mîna tac e bo wan,
Em qîmet dikin.
Lape baş pêşkêş dane
Ku rastyêda bin.
Qîmet in cem Xwedê xwe,
Wê hertim şa bin.
(LÊWEGERANDIN)
Bavo, tu bîr neke
Kirên wan amin.
Û wanara bêje,
Bijîn hûn hertim.
(Usa jî binihêre Zeb. 71:9, 18; Metlk. 20:29; Met. 25:21, 23; Lûqa 22:28; 1 Tîmt. 5:1.)