KILAM 141
Jiyan Hediyeyeke Mezin e
(Zebûr 36:9)
-
1. Tîrêjên rojê, ava baranê,
her zarokê nûbûyî, pelên darê –
kerema Xwedê ji wan eyan e.
Belê, jiyan hediyeyeke mezin e!
(DÎSGOTIN)
Madem ku Yehowa ew qas comerd e,
ma ne lazim e ku her kes jê re spas bike?
Xwedê jiyan daye, jiyan mucîze ye,
îsbata kerem û hezkirina wî ye.
-
2. Îro hin însan seba zehmetan
mîna pîreka Eyûb dikin îsyan.
Jiyan zor be jî, em wisa nakin.
Em ji bo her roja nû pir şikurdar in.
(DÎSGOTIN)
Madem ku Yehowa ew qas comerd e,
ma ne lazim e ku her kes jê re spas bike?
Xwedê jiyan daye, jiyan mucîze ye,
îsbata kerem û hezkirina wî ye.
(Li van ayetan jî binêre: Eyûb 2:9; Zeb. 34:12; Waiz 8:15; Met. 22:37-40; Rom. 6:23)