KILAMA 146
“Her Tiştî Nû Çêdikim”
(Eyantî 21:1-5)
-
1. Ji kirên dinyayê, mera kifş dibe
Ku Îsa Mesîh Padşatiyê dike.
Li ezman ewî şer kir û şer bir,
Û ser erdê jî wê hukum bike.
(LÊWEGERANDIN)
Şa bin! Xwedê tevî me ye,
Û nav meda cîwar bûye.
Ne şîn, ne girî wê tune be,
Hêsir û mirin wê kuta ke.
“Tiştêd nû çêkim” Xwedê dibêje,
Sozê wî amin, rast e.
-
2. Bira Orşelîma Nû gişk bibînin,
Ew çawa bûka Berx bedew kirin.
Bi kevrê biha xemilandî ye,
Û şemala wê ji Yehowa ye.
(LÊWEGERANDIN)
Şa bin! Xwedê tevî me ye,
Û nav meda cîwar bûye.
Ne şîn, ne girî wê tune be,
Hêsir û mirin wê kuta ke.
“Tiştêd nû çêkim” Xwedê dibêje,
Sozê wî amin, rast e.
-
3. Seva her kesa ew şeher şabûn e,
Şev û roj derê wê vekirî ne.
Hemûyê bibînin ronaya wê,
Wekî biçûrisin pê şewqa wê.
(LÊWEGERANDIN)
Şa bin! Xwedê tevî me ye,
Û nav meda cîwar bûye.
Ne şîn, ne girî wê tune be,
Hêsir û mirin wê kuta ke.
“Tiştêd nû çêkim” Xwedê dibêje,
Sozê wî amin, rast e.
(Usa jî binihêre Met. 16:3; Eyan. 12:7-9; 21:23-25).