KILAM 147
Soza Jiyana Herheyî
(Zebûr 37:29)
-
1. Soza jiyana herheyî
dilê me pir şa dike.
Xwedê ji me re dibêje
ku cenet nêzîk e!
(DÎSGOTIN)
Jiyana herheyî
li ber me ye êdî.
Xwedê wê soza xwe
helbet pêk bîne.
-
2. Her kes wê bêqisûr bibe
bi rêberiya Xwedê.
Îsa wê aştiyê bîne
li hemû dinyayê.
(DÎSGOTIN)
Jiyana herheyî
li ber me ye êdî.
Xwedê wê soza xwe
helbet pêk bîne.
-
3. Xwedê wê miriyan rake,
êş û şîn wê tune be.
Yehowa wê paqij bike
hêstirên çavên me.
(DÎSGOTIN)
Jiyana herheyî
li ber me ye êdî.
Xwedê wê soza xwe
helbet pêk bîne.
(Li van ayetan jî binêre: Îşa. 25:8; Lûqa 23:43; Yûh. 11:25; Pey. 21:4)