Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 148

Yehowa Xelas Dike

Yehowa Xelas Dike

(2. Samûyêl 22:1-8)

  1. 1. Xwedayê rastîn tenê tu yî, Yehowa!

    Ecêb in karên te

    li erd û ezmanan.

    Tuyê me xelas bikî ji dijminan

    bê guman.

    Mîna te kes tune!

    (DÎSGOTIN)

    Bawer be bi Yehowa, qet netirse!

    Wî soz daye ku ewê me xelas bike.

    Loma xurt be, pişta xwe bide

    Xwedayê me.

    Tenê ew e xelaskarê me,

    zinarê me.

  2. 2. Dora me bi bendên mirinê girtî ye.

    Cesaretê bide,

    û me mêrxas bike!

    Dengê me bibihîze

    ji textê xwe.

    Zû were, me zû rizgar bike!

    (DÎSGOTIN)

    Bawer be bi Yehowa, qet netirse!

    Wî soz daye ku ewê me xelas bike.

    Loma xurt be, pişta xwe bide

    Xwedayê me.

    Tenê ew e xelaskarê me,

    zinarê me.

  3. 3. Fermana Yehowa wê

    dereng nemîne.

    Her kes wê bizane

    ku navê wî çi ye.

    Roja Yehowa êdî pir nêzîk e,

    şik tune,

    her kes wê bibîne.

    (DÎSGOTIN)

    Bawer be bi Yehowa, qet netirse!

    Wî soz daye ku ewê me xelas bike.

    Loma xurt be, pişta xwe bide

    Xwedayê me.

    Tenê ew e xelaskarê me,

    zinarê me.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 18:1, 2; 144:1, 2)