Here Naverokê

Here naverokê

Agahdarî

Agahdarî

CIVÎNA TAYBET

KURSA MIZGÎNVANÊN PADÎŞAHIYÊ: Roja Yekşemê, piştî nîvro, pêşengên ku 23-65 salî ne û dixwazin xizmeta xwe zêde bikin dikarin bên civîna ji bo kesên ku dixwazin herin Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê. Cih û saeta vê civînê wê bê îlan kirin.

AGAHDARÎ

WEZÎFEDARÊN CIVÎNÊ: Ji bo parkkirina erebeyan, çûn û hatin, veqetandina cihên rûniştinê û mijarên din, ji kerema xwe re rêberiya wezîfedarên civînê bîne cih.

BINAVKIRIN: Eger telîmateke din neyê dayîn, cihên rûniştinê yên ji bo kesên ku wê bên bin av kirin wê li rêzên pêşîn ên li ber sehneyê bên veqetandin. Wê baş be ku kesên ku wê bên bin av kirin li wê derê rûnin berî ku gotara binavbûnê li sibehê li roja Şemiyê dest pê bike. Ji bo binavbûnê, gerek ew ji xwe re pêjgîr û kincên mutewazî bînin.

BEXŞÊN JIDIL: Ji bo ku em ji civîna mezin kêfê bistînin û nêziktirî Yehowa bibin, ji bo cihên rûniştinê, sîstemên deng û vîdeoyê û gelek tiştên din pir pere hatiye xerc kirin. Bexşên te ji bo van mesrefan û ji bo îşê cîhanî tên xebitandin. Di salona civînê de, qutiyên bexşan hene. Koma Rêberiyê ji te re spas dike ku tu bi bexşên xwe piştgiriya îşê Padîşahiya Xwedê dikî.

ALÎKARIYA PÊŞÎN: Ji kerema xwe re ji bîr neke ku alîkariya pêşîn tenê ji bo HALÊN ACÎL e.

EŞYAYÊN WINDABÛYÎ: Wê baş be ku hemû eşyayên windabûyî ji Departmana Eşyayên Windabûyî re bên teslîm kirin. Eger te tiştek winda kiriye, ji kerema xwe re here vê departmanê û pirs bike ku ka eşyayên te li wê derê ne an na. Eger zarokek dê û bavê xwe winda kiribe, wî bibe vê departmanê. Ji bo ku tu kes nekeve stresê, ji kerema xwe re li zarokên xwe rind binêre û wan tenê nehêle.

CIHÊN RÛNIŞTINÊ: Ji kerema xwe re li xêra kesên din bigere. Ji bîr neke ku gerek cihên rûniştinê tenê ji bo malbata te, ji bo kesên ku tevî te seyahat dikin an ji bo kesên ku tu tevî wan kursa Kitêba Pîroz îdare dikî bên veqetandin. Ji kerema xwe re eşyayên xwe neke ser cihên ku tu veneqetînî.

XIZMETA DILXWAZ: Eger tu dixwazî li civîna mezin di xizmeta dilxwaz de bixebitî, ji kerema xwe re here Departmana Agahdarî û Xizmeta Dilxwaz.

Ji aliyê Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa ve tê tertîb kirin.