Here Naverokê

Here naverokê

Nameyeke ji Koma Rêberiyê

Nameyeke ji Koma Rêberiyê

Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em bibin mamoste (Îbr. 5:12). Bîne ber çavê xwe: Yehowa – ku Mamosteyê herî baş e – dixwaze ku em kesên din di heqê wî de hîn bikin. Gava em rastiya li ser Yehowa hîn dikin – li malbatê, li civatê an li xizmetê – ev yek hem îmtiyazeke biqîmet e hem jî mesûliyeteke giran e. Em çawa dikarin di vê de serkeftî bibin?

Gotinên Pawlos ji Tîmotêyos re cewaba vê pirsê didin: “Ji bo xwendinê, teşwîq kirinê û hînkirinê bixebite.” Wekî din, wî got: “Bi kirina vêya tuyê him xwe, him jî kesên te guhdarî dikin xelas bikî” (1. Tîm. 4:13, 16, KP). Xebera ku em îlan dikin dikare canê mirovan xelas bike. Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku tu xwendin û hînkirina xwe bi pêş bixî. Di vî warî de, ev broşûr wê alî te bike. Bala xwe bide van taybetiyên vê broşûrê:

Prensîpeke Kitêba Pîroz, a ku bi dersê ve girêdayî ye, an mîsaleke li ser xebitandina vê dersê

Yehowa mamosteyekî bêemsal e (Îşa. 30:20). Ev broşûr wê alî te bike ku tu bibî xwendevan û mamosteyekî hê hunermend. Ji xeynî vê, tu caran ji bîr neke ku Çavkaniya mizgînê, Yehowa ye. Ê ku mirovan dikişîne ser riya rastiyê, Ew e (Yûh. 6:44). Loma her tim dua bike ku Xwedê ruhê pîroz bide te. Her tim li ser bingeha Kitêba Pîroz hîn bike. Bala mirovan bikişîne ser Yehowa, ne ser xwe. Alî guhdaran bike ku ew ji Yehowa hez bikin.

Wezîfeya me ev e ku em xebera herî muhîm bidin mirovan. Em bawer in ku eger tu xwe bispêrî “hêza ku Xwedê dide”, tuyê serkeftî bibî (1. Ptr. 4:11, KP).

Hevalkarên we,

Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa