Here Naverokê

Here naverokê

DERS 1

Destpêka Bitesîr

Destpêka Bitesîr

Karên Şandiyan 17:22

BI KURTASÎ: Destpêka sohbet an gotara te gerek bala guhdaran bikişîne, mijara te xuyanî bike û nîşan bide ku mijara te ji bo wan çima muhîm e.

ÇAWA:

  • Bala guhdaran bikişîne. Bi alîkariya pirs, gotin, serpêhatî an nûçeyekê bala guhdaran bikişîne.

  • Mijara xwe xuyanî bike. Destpêka te gerek mijar û armanca pêşkêşiya te xuyanî bike.

  • Nîşan bide ku mijar çima muhîm e. Gotinên xwe li gor hewcedariyên guhdaran eyar bike. Gerek ew bi zelalî fehm bikin ku mijar ji bo wan çima bifeyde ye.