Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 3

Rast Pirsa Bide Xebatê

Rast Pirsa Bide Xebatê

(Metta 16:13-16)

FIKIRÊN SEREKE: Pirsên usa pêşda bîne, wekî hewasa meriya unda nekî, tevî wan şêwir kî û dîna wan bidî fikirên ferz.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Hewasa meriya pêşda bîne. Pirsên usa bide, wekî alî guhdara bikî seva ev bifikirin ser fikira te û bixwazin hê zêde pêbihesin.

  • Derheqa têmayê şêwir ke. Alî guhdarên xwe bike, wekî ewana tevî te bi logîkî şêwir kin. Lema jî hine pirsa bide wan, çi ku wê alî wan bike bêne ser nêta rast.

  • Dîna xwe bide fikirên sereke. Pirsên usa pêşda bîne, caba kîjana ku ewana wê bixwazin pêbihesin, û bi saya kîjana fikirên sereke zelal bin. Çaxê tu şêwirkirina xwe yan pêşanîna xwe xilaz dikî, pirsên wekilandinê bide xebatê.