Here Naverokê

Here naverokê

DERS 4

Rêvekirina Ayetan

Rêvekirina Ayetan

Metta 22:41-45

BI KURTASÎ: Hişê guhdaran hazir bike berî ku tu ayetekê bixwînî.

ÇAWA:

  • Armanca ayetê tesbît bike. Berî ku tu ayetekê bixwînî, rêyî guhdaran bide ku ayet wê kîjan fikrê nîşan bide.

  • Bala guhdaran bikişîne ser Kitêba Pîroz. Gava tu bi kesên xwedênas re dipeyivî, nîşan bide ku Kitêba Pîroz Peyva Xwedê ye. Bi vî awayî, ewê fehm bikin ku gotinên te bi eslê xwe fikrên Xwedê ne.

  • Di heqê ayetê de meraq hişyar bike. Pirsekê bipirse, ya ku di ayetê de tê bersivandin, behsa problemekê bike, ya ku bi alîkariya ayetê dikare bê çareser kirin, an behsa prensîpekê bike, ya ku di ayetê de tê nîşan dayîn.