Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 5

Xwendina Rast

Xwendina Rast

(1 Tîmotêyo 4:13)

FIKIRÊN SEREKE: Çi ku nivîsar e, bi dengê bilind û rast bixûne.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Rind hazir be. Bifikire, hela çi ku tu dixûnî, çima hatiye nivîsarê. Bixebite wekî ne tenê başqe-başqe xebera bixûnî, lê çend xeber tevayî. Fesal be, wekî tu hine giliya kêm-zêde nekî, û ne jî biguhêzî. Wedê xwendinê, dîna xwe bide ser hemû nîşanên cimla.

  • Her xeberekê rast bêje. Hergê tu nizanî xeberê ça bêjî, dîna xwe bide ferhengê, guh bide aûdîo-nivîsandinê ya vê edebyetê, yan jî bira xwendewanekî baş, tera bixûne û alî te bike.

  • Zelal xeber de. Giliya zelal bêje, serê xwe bilind bigire û devê xwe rind veke. Qewatê bide xebatê, wekî herf rast bêne gotinê.