Here Naverokê

Here naverokê

DERS 6

Zelalkirina Armanca Ayetan

Zelalkirina Armanca Ayetan

Yûhenna 10:33-36

BI KURTASÎ: Piştî xwendina ayetekê, rêyî guhdaran bide ku ayet û gotinên te çawa bi hev ve girêdayî ne.

ÇAWA:

  • Peyvên sereke xuya bike. Piştî xwendina ayetekê, bala guhdaran bikişîne ser peyvên ku bi fikrên sereke ve girêdayî ne. Ji bo vê, tu dikarî van peyvan dubare bikî an pirsekê bipîrsî ku guhdar fehm bikin ku peyvên sereke kîjan in.

  • Armanca ayetê derxîne. Eger te berî xwendina ayetekê gotibû ku tuyê vê ayetê ji bo çi sebebê bixwînî, nîşan bide ku peyvên sereke yên ayetê bi vê sebebê ve çawa girêdayî ne.

  • Armanca ayetê bi awayekî hêsan nîşan bide. Nuqteyên biçûk, ên ku bi fikra sereke ve girêdayî nînin, şîrove neke. Tenê behsa van nuqteyan bike, yên ku armanca ayetê zelal dikin.