Here Naverokê

Here naverokê

DERS 8

Mîsalên Tesîrdar

Mîsalên Tesîrdar

Metta 13:34, 35

BI KURTASÎ: Di hînkirina xwe de mîsalên hêsan û tesîrdar bi kar bîne, yên ku li guhdarên te xweş tên û fikrên muhîm hîn dikin.

ÇAWA:

  • Mîsalên hêsan bi kar bîne. Wek Îsa Mesîh, tiştên mezin bi tiştên biçûk û tiştên zor bi tiştên hêsan îzah bike. Mîsalên xwe bi nuqteyên nelazim tev li hev neke. Ji bo ku guhdar bala xwe nedin nuqteyên ku rind rûnanên, muhîm e ku mîsalên te bi fikrên ku tu dixwazî hîn bikî ve girêdayî bin.

  • Guhdaran bîne ber çavê xwe. Mîsalên ku bi jiyan û mijûliyên guhdaran ve girêdayî ne, bi kar bîne. Guhdaran bi mîsalên xwe neşermîne û nebehicîne.

  • Fikra sereke hîn bike. Tenê ji bo fikrên sereke mîsalan bi kar bîne, ne ji bo nuqteyên biçûk. Lazim e ku guhdar ne tenê mîsalan, lê dersa mîsalan jî bînin bîra xwe.