Here Naverokê

Here naverokê

DERS 17

Fehmbarî

Fehmbarî

1. Korîntî 14:9

BI KURTASÎ: Alî guhdaran bike ku ew maneya gotinên te rind fehm bikin.

ÇAWA:

  • Malzemeya xwe rind lêkolîn bike. Mijarê ew qas rind fehm bike ku tu karibî mijarê bi gotinên hêsan pêşkêş bikî.

  • Hevokên kin û hêsan bi kar bîne. Her çi qas hevokên dirêj carinan lazim bin jî, fikrên sereke bi hevokên kin pêşkêş bike.

  • Maneya peyvên nenas îzah bike. Peyvên nenas bi zêdeyî bi kar neyne. Eger lazim be ku tu behsa tiştekî nenas bikî – mesela peyveke nenas, mirovekî nenas, ê ku li Kitêba Pîroz derbas dibe, an wezn û adetên kevn – maneya wan îzah bike.