Here Naverokê

Here naverokê

DERS 19

Gihîştina Dilan

Gihîştina Dilan

Lûqa 24:32

BI KURTASÎ: Alî guhdaran bike ku ew qedrê tiştên ku ew hîn dibin bigirin û van tiştan di jiyana xwe de bixebitînin.

ÇAWA:

  • Alî guhdaran bike ku ew xwe analîz bikin. Bi pirsan alî guhdaran bike ku ew li ser hîsên xwe bifikirin.

  • Guhdaran teşwîq bike. Alî guhdaran bike ku ew xwe analîz bikin ku ew bi çi niyetê guh didin Xwedê. Alî wan bike ku ew ji Yehowa, ji mirovan û ji hîndariyên Kitêba Pîroz hez bikin û bi vê niyetê guh bidin Xwedê. Tenê ders nede guhdaran, lê tevî wan muhakeme bike. Wan neşermîne, lê wan teşwîq bike ku ew bixwazin çi ji destê wan tê, wê bikin.

  • Bala guhdaran bikişîne ser Yehowa. Nîşan bide ku hîndarî, prensîp û qanûnên Kitêba Pîroz sifatên Xwedê û hezkirina wî çawa xuyanî dikin. Daxwaza guhdaran zêde bike ku ew fikrên Yehowa bikin hesabê û bixwazin dilê wî şa bikin.