Here Naverokê

Here naverokê

Agahdarî

Agahdarî

ALÎKARIYA PÊŞÎN: Ji kerema xwe re ji bîr neke ku alîkariya pêşîn tenê ji bo HALÊN ACÎL e.

BEXŞÊN BIDIL: Ji bo ku em ji civîna durojî kêfê bistînin û nêziktirî Yehowa bibin, ji bo cihên rûniştinê, sîstemên deng û vîdeoyê û gelek tiştên din pir pere tê xerc kirin. Bexşên te wê ji bo van mesrefan û ji bo îşê cîhanî bên xebitandin. Di salona civînê de, qutiyên bexşan hene. Koma Rêberiyê ji te re spas dike ku tu bi bexşên xwe piştgiriya îşê Padîşahiya Xwedê dikî.

BINAVKIRIN: Eger telîmateke din neyê dayîn, cihên rûniştinê yên ji bo kesên ku wê bên bin av kirin wê li rêzên pêşîn ên li ber sehneyê bên veqetandin. Wê baş be ku kesên ku wê bên bin av kirin li wê derê rûnin berî ku gotara binavbûnê li sibeha roja Şemiyê dest pê bike. Ji bo binavbûnê, gerek ew ji xwe re pêjgîr û kincên mutewazî bînin.

CIHÊN RÛNIŞTINÊ: Ji kerema xwe re tenê ji bo malbata xwe, ji bo kesên ku tevî te seyahat dikin an ji bo kesên ku tu tevî wan kursa Kitêba Pîroz îdare dikî cih veqetîne. Eşyayên xwe neyne ser cihên ku te ji xwe re veneqetandine.

EŞYAYÊN WINDABÛYÎ: Wê baş be ku hemû eşyayên windabûyî ji Departmana Eşyayên Windabûyî re bên teslîm kirin. Eger te tiştek winda kiriye, here vê departmanê û bipirse ka eşyayên te li wê derê ne an na. Eger zarokekî dê û bavê xwe winda kiribe, ji kerema xwe re wî bibe vê departmanê. Ji bo ku tu kes dilteng nebe, li zarokên xwe rind binêre û wan tenê nehêle.

WEZÎFEDARÊN CIVÎNÊ: Ji bo parkkirina erebeyan, çûn û hatin, veqetandina cihên rûniştinê û mijarên din, ji kerema xwe re guh bide rêberiya wezîfedaran.

XIZMETA DILXWAZ: Eger tu dixwazî li civîna durojî di xizmeta dilxwaz de bixebitî, here Departmana Agahdarî û Xizmeta Dilxwaz.

CIVÎNA TAYBET

KURSA MIZGÎNVANÊN PADÎŞAHIYÊ: Roja Yekşemê, piştî nîvro, pêşengên ku emrê wan 23-65 salî ye û dixwazin xizmeta xwe zêde bikin dikarin bên civîna ji bo kesên ku dixwazin herin Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê. Cih û saeta vê civînê wê bê îlan kirin.

Ji aliyê Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa ve tê saz kirin