Here Naverokê

Here naverokê

DERS 03

Gelo Însan Dikare bi Kitêba Pîroz Bawer Be?

Gelo Însan Dikare bi Kitêba Pîroz Bawer Be?

Di Kitêba Pîroz de şîretên baş û gelek sozên ji bo pêşerojê hene. Belkî tu meraq dikî ka Kitêba Pîroz çi dibêje, lê dibe ku tu ji xwe re dibêjî: “Gelo ez dikarim baweriya xwe bi kitêbeke ew qas qedîm bînim? Ma çi feydeya Kitêba Pîroz ji bo min heye? Ma ew dikare îro û di pêşerojê de jiyana min xweştir bike?” Bi milyonan însan baweriya xwe bi gotinên Kitêba Pîroz tînin. Gelo çima?

1. Gelo Kitêba Pîroz kitêbeke çîrok û hîkayetan e?

Kitêba Pîroz li ser xwe dibêje ku ew “bi rastiyê ve hatiye nivîsandin”, yanî hemû gotinên wê rast in (Waiz 12:10). Kitêba Pîroz behsa însan û meseleyên ku di tarîxê de bi rastî çêbûne, dike (Lûqa 1:3; 3:1, 2 bixwîne). Gelek tarîxzan û arkeolog dibêjin ku hemû gotinên Kitêba Pîroz ên li ser cih û war, însan û çêbûnên tarîxê rast in.

2. Gelo gotinên Kitêba Pîroz îro jî bifeyde ne?

Di Kitêba Pîroz de gelek tişt û mesele hene ku di wexta nivîsandina wê de nedihatin fehmkirin. Mesela, Kitêba Pîroz berê jî behsa ilm û zanistê dikir. Lê belê, gotinên wê ne wek fikrên şaş ên wê demê bûn. Îro ilm û zanist îsbat dikin ku gotinên Kitêba Pîroz rast in. Kitêba Pîroz li ser xwe dibêje ku gotinên wê “her û her” dimînin û “bi dilsozî û rastiyê hatine çêkirin” (Zebûr 111:8).

3. Çima em dikarin baweriya xwe bi gotinên Kitêba Pîroz ên li ser pêşerojê bînin?

Pêxembertiyên a Kitêba Pîroz “tiştên ku hîn nebûne ji berê ve” gotibûn (Îşaya 46:10). Kitêba Pîroz ji berê ve li ser gelek tiştên ku di tarîxê de çêbûne, gotibû ku ev tişt wê bi rastî çêbin. Wekî din, wê hûr û kûr zelal kiriye ku îro halê dinyayê wê çawa be. Di vê dersê de, emê bala xwe bidin hin ji van gotinên Kitêba Pîroz. Hêja ye ku em li ser van xeberên ku hatine cih, bifikirin!

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Bielime ku îro ilm û zanist çawa îsbat dike ku Kitêba Pîroz rast e. Bibîne ku hin xeberên ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotine, çi qas bitesîr in.

4. Zanist û Kitêba Pîroz hev digirin

Di demên berê de, piraniya însanan bawer dikir ku erd li ser pişta tiştekî disekine. VÎDEOYÊ vêxe.

Ka binêre ku nêzîkî 3.500 sal berê di kitêba Eyûb de çi hatiye nivîsandin. Eyûb 26:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima gotinên vê ayetê pir xweş in?

Însanan berî teqrîben 200 salan fehm kir ku çerx, yanî dewreya avê çawa çêdibe. Lê belê, ka bala xwe bidê ku Kitêba Pîroz nêzîkî 3.500 sal berê çi gotibû. Eyûb 36:27, 28 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima ev gotinên li ser dewreya avê pir xweş in?

  • Gelo ev ayet baweriya te bi Kitêba Pîroz xurttir dikin?

5. Kitêba Pîroz ji berê ve behsa çêbûnên tarîxê kiriye

Îşaya 44:27–45:2 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Kitêba Pîroz 200 sal berî ketina Babîlê çi gotibû?

Tarîx îsbat dike ku Padîşahê Farsan Koreş û eskerên wî B.M. b di sala 539an de bajarê Babîlê girt bin destê xwe. Wan çemê ku bajar diparast derbasî cihekî din kir. Babîliyan dergehên bajêr vekirî hiştibûn. Ji ber vê yekê, esker bê şer ketin bajêr û girt bin destê xwe. Îro, yanî zêdetirî 2.500 sal bi şûn de, bajarê Babîlê xirbe ye. Ka binêre ku Kitêba Pîroz ji berê ve li ser vê yekê çi gotibû.

Îşaya 13:19, 20 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ev gotinên li ser Babîlê çawa hatin cih?

Xirbeyên bajarê Babîlê li Iraqa îroyîn

6. Kitêba Pîroz ji berê ve gotiye ku îro halê dinyayê wê çawa be

Kitêba Pîroz dibêje ku em “di rojên dawîn de” dijîn (2. Tîmotêyos 3:1). Ka binêre ku Kitêba Pîroz li ser vê wextê çi dibêje.

Metta 24:6, 7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Kitêba Pîroz li ser rojên dawîn çi dibêje?

2. Tîmotêyos 3:1-5 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Kitêba Pîroz li ser însanên di rojên dawîn de çi dibêje?

  • Gelo tu li ser hal û hereketên însanan çi dibêjî?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Kitêba Pîroz kitêbeke çîrok û hîkayetan e.”

  • Tu çima dikarî baweriya xwe bi Kitêba Pîroz bînî?

BI ÇEND GOTINAN

Tarîx, ilm û gotinên pêxemberan îsbat dikin ku em dikarin baweriya xwe bi Kitêba Pîroz bînin.

Tu çi elimî?

  • Gelo Kitêba Pîroz kitêbeke çîrok û hîkayetan e?

  • Kîjan mîsal îsbat dikin ku Kitêba Pîroz ji aliyê ilm û zanistê ve rast e?

  • Tu çi dibêjî, gelo Kitêba Pîroz ji berê ve gotiye ku di pêşerojê de çi wê biqewime?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Ma ji aliyê ilm û zanistê ve di Kitêba Pîroz de xeletî hene?

“Gelo Kitêba Pîroz ji Aliyê Ilm û Zanistê ve Rast e?” (Meqaleya Înternetê)

Kitêba Pîroz li ser “rojên dawîn” çi dibêje?

“6 Gotinên Pêxemberan Îro Çawa Tên Cih?” (Birca Çavdêriyê, 1 Gulan 2011)

Bibîne ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser Împeratoriya Yewnanê çawa hatin cih.

“Peyva Pêxemberîtiyê” Me Xurt Dike (5:22)

Pêxembertiyên Kitêba Pîroz çawa fikrên zilamekî yên li ser Kitêba Pîroz guherandin?

“Ji bo Min Xwedê Tune Bû” (Birca Çavdêriyê No. 5 2017)

a Xwedê ji berê ve li ser tiştên ku hê çênebûne, gotibû ku ewê çêbin. Ji van xeberan re pêxembertî tê gotin.

b B.M. tê maneya “Berî Mîladê” û P.M. tê maneya “Piştî Mîladê”.