Here Naverokê

Here naverokê

DERS 04

Xwedê Kî ye?

Xwedê Kî ye?

Ji hezaran salan û vir ve, însanan ji gelek pût û îlahan re îbadet kirine. Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê yek e û ew “ji hemû îlahan mezintir e” (2. Dîrokan 2:5). Gelo Xwedê bi rastî kî ye? Di vê dersê de, emê bibînin ku em çawa dikarin Xwedayê rast baştir nas bikin.

1. Navê Xwedê çi ye? Çima muhîm e ku em navê Xwedê nas bikin?

Xwedê bi destê Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku navê wî çi ye. Ew bi xwe wisa dibêje: “Ez XUDAN im [Ez Yehowa me, NWT], navê min ew e” (Îşaya 42:5, 8 bixwîne). Navê “Yehowa” ji zimanê Îbranî tê. Li gor hin alim û zanyarên Kitêba Pîroz, navê Yehowa tê maneya ku “Ew Pêk Tîne”, yanî ew dike ku çêbe. Yehowa dixwaze ku em navê wî nas bikin (2. Mûsa 3:15). Em vê yekê dizanin, çimkî navê Yehowa zêdetirî 7.000 caran di Kitêba Pîroz de derbas dibe! a Peyva Xwedê dibêje ku Yehowa “li jor li ezmanan û li jêr li erdê XUDAN, ew Xwedê ye” (5. Mûsa 4:39).

2. Kitêba Pîroz li ser Yehowa çi dibêje?

Kitêba Pîroz dibêje ku tenê Yehowa Xwedayê rast e. Gelo çima? Ji bo vê yekê gelek sebeb hene. Li erd û ezmanan ji Yehowa mezintir tu kes tune ye. Kitêba Pîroz li ser Xwedê wisa dibêje: “Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz [mezin] î” (Zebûr 83:18 bixwîne). Ew “Karîndarê her tiştî” ye, yanî Qadirê Mutleq e. Ji ber vê yekê hêz û qeweta wî têra her tiştî dike, û ew çi bixwaze dikare wê bike. Xwedê “her tişt afirandin”, yanî wî gerdûn û jiyana li ser erdê çêkiriye (Peyxam 4:8, 11). Jixwe tenê Yehowa her tim hebûye, û ewê heta bi hetayê jî hebe (Zebûr 90:2).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo çi ferq di nav sernavên Xwedê û navê wî yê taybet de heye? Gelo Xwedê çawa û çima navê xwe ji me re eşkere kiriye?

3. Gelek sifet û sernavên Xwedê hene, lê navê wî tenê yek e

Di nav sernav û navekî şexsî de çi ferq heye? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çi ferqa sernavekî, wek “Xudan”, ji navekî heye?

Kitêba Pîroz eşkere dike ku însan ji gelek reb û îlahan re îbadetê dikin. 2. Mûsa 18:11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ev ayet li ser Xwedê çi dibêje?

4. Yehowa dixwaze ku em navê wî nas bikin û bibêjin

Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze em navê wî nas bikin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo Yehowa dixwaze ku em navê wî nas bikin? Tu çima wisa difikirî?

Yehowa dixwaze ku em navê wî bînin zimên. Romayî 10:13 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima pir muhîm e ku em navê Xwedê, yanî Yehowa, bînin zimên?

  • Gava ku kesek navê te tîne bîra xwe û bi navê te gazî te dike, gelo ev yek li te xweş tê?

  • Tu çi difikirî, gava ku tu navê Yehowa dibêjî, gelo ev yek li wî xweş tê?

5. Yehowa dixwaze ku tu wî baştir nas bikî

Dema ku jinikeke bi navê Soten navê Xwedê nas kir, dilê wê pir şa bû. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Dema ku Sotenê navê Xwedê bihîst, wê ji dil çi got?

Gava ku tu xwe bi kesekî din didî naskirin, helbet tu jê re navê xwe dibêjî. Aqûb 4:8a bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Yehowa ji te dixwaze ku tu çi bikî?

  • Tu niha dizanî ku navê Xwedê çi ye. Gelo tu dixwazî wî baştir nas bikî?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Xwedê yek e, ferq nake ku navê wî çi ye.”

  • Tu bawer dikî ku navê Xwedê Yehowa ye?

  • Teyê ji kesekî din re çawa zelal bikira ku Xwedê dixwaze em navê wî bibêjin?

BI ÇEND GOTINAN

Navê Xwedê Yehowa ye. Ew dixwaze ku em navê wî nas bikin û bînin zimên. Bi vî awayî, em nêzîkî wî dibin.

Tu çi elimî?

  • Yehowa çima ji hemû îlahan cuda ye?

  • Çima lazim e ku em navê Xwedê bibêjin?

  • Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze em nêzîkî wî bibin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Çi îsbat dike ku Xwedê heye? Li van pênc sebeban binêre.

“Gelo Xwedê Heye?” (Meqaleya Înternetê)

Xwedê her tim hebûye. Ev yek çima maqûl e?

“Gelo Destpêka Xwedê Heye?” (Birca Çavdêriyê, 1 Tebax 2014)

Em tam nizanin ku navê Xwedê di zemanên berê de çawa dihat telafûzkirin. Lê dîsa jî, çima lazim e ku em navê Xwedê bibêjin?

“Yehowa Kî ye?” (Meqaleya Înternetê)

Gelo ji bo me muhîm e ku navê Xwedê çi ye? Em ji ku dizanin ku navê Xwedê tenê yek e?

“Gelo Gelek Navên Xwedê Hene?” (Meqaleya Înternetê)

a Maneya navê Xwedê çi ye? Gelo navê Xwedê çima ji hin wergerên Kitêba Pîroz hatiye derxistin? Ji bo cewabên van pirsan, li Pêveka A4 a di Wergera Dinyaya Nû de binêre.