DERSA 04
Xwedê Kî ye?
Ji destpêka efirandina însanetê, meriv cûre-cûre xudana dihebînin. Lê Kitêba Pîroz tenê derheqa Xwedêkî dibêje, kîjan ku ji hemû xudana “mezintir e” (2 Dîrok 2:5). Gelo ew kî ye? Û çida ew ji xudanên din cude dibe? Vê dersêda tuyê pêbihesî ku ew Xwedê ça xwe tera dide naskirinê.
1. Navê Xwedê çi ye û ji çi tê kifşê, ku ew dixwaze wekî em wî nas kin?
Xwedê bi saya Kitêba Pîroz xwe mera dide naskirinê. Ew dibêje: “Ez Yehowa me, navê min ev e” (Bixûne Îşaya 42:5, 8, DT.) “Yehowa” navê Îbranî yê, yê ku tê hesabê “Ew Dike Wekî Bibe”. Yehowa dixwaze wekî em navê wî bizanibin (Derketin 3:15). Em vê yekê ji ku zanin? Kitêba Pîrozda navê Xwedê 7 000 cara zêdetir hatiye nivîsarê! a Navê Yehowa tenê navê Xwedayê rast e, yê ku “jor li ezmên, jêr li ser erdê” tek e (Qanûna Ducarî 4:39).
2. Kitêba Pîroz derheqa Yehowa çi eyan dike?
Kitêba Pîroz dibêje ku tenê Yehowa Xwedayê rast e, û ew ji hemû xudanên din cude dibe. Gelo çima? Çend menî hene. Hukumetiya Yehowa ser hemû hukumetiyara ne, û tenê ew e “yê Herî Jorin” (Bixûne Zebûr 83:18.) Xwedayê “Hemû Zorayiyê” tê hesabê wekî qewata wî digihîjê wê yekê bike, çi ku dixwaze. Ewî “her tişt efirandin”, gerdûn û jîyîna ser erdê (Eyantî 4:8, 11). Yehowa bêşirîk û bê heval e, çimkî ew timê hebûye û wê hebe (Zebûr 90:2).
KÛR LÊKOLÎN KE
Hê zêde pêbihese ku orta sernavên Xwedê û navê wîyî şexsî çi firqî heye. Tuyê usa jî pêbihesî ku Xwedê ça û çira navê xwe tera eyan kiriye.
3. Gelek sernavên Xwedê hene lê tenê navekî wî heye
Seva ku bivînî firqî orta sernavê meriv û navê wî, vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
-
Çi firqî heye orta sernavê “Xudan” û navê wîyî şexsî?
Kitêba Pîroz dibêje ku meriv gelek xudana û xudê dihebînin. Bixûne Zebûr 136:1-3, û paşê evê pirsê şêwir ke:
-
Kî ye “Xwedêyê xwedêya” û “Xudanê xudana”?
4. Yehowa dixwaze wekî tu navê wî bizanibî û bidî xebatê
Ji çi tê kifşê, wekî Yehowa dixwaze ku tu navê wî bizanibî? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:
-
Ça tu difikirî, Yehowa dixwaze wekî navê wî bizanibin? Çima?
Yehowa dixwaze wekî meriv navê wî bidin xebatê. Bixûne Romayî 10:13, û paşê van pirsa şêwir ke:
-
Çira ferz e navê Yehowa bidine xebatê?
-
Tu ça xwe texmîn dikî gava meriv navê te bîra xweda xwey dike û dide xebatê?
-
Yehowa çi ser xwe texmîn dike gava tu navê wî didî xebatê?
5. Yehowa dixwaze wekî tu bibî dostê wî
Kulfetek ji Kambocayê navê kîjanê ku Sotên e, gilî dike ku çaxê ew navê Xwedê pêhesiya, ewê şabûneke mezin stand. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
-
Çawa ku ji vîdêo tê kifşê, zanebûna navê Xwedê ça ser Sotênê hukum bû?
Pêşiya ku bibî hevalê kesekî, tu gerekê navê wî yan wê bizanibî. Bixûne Aqûb 4:8a, û paşê van pirsa şêwir ke:
-
Yehowa dixwaze wekî tu çi bikî?
-
Zanebûn û xebitandina navê Xwedê ça dikare alî te bike wekî hê nêzîkî wî bî?
HINE MERIV DIBÊJIN: “Xwedê yek e, lema jî firqî tune tu ça navê wî hildî.”
-
Tu bawer dikî wekî Yehowa navê Xwedê ye?
-
Tuyê ça şirovekî ku Xwedê dixwaze wekî em navê wî bidine xebatê?
TEMAMKIRIN
Yehowa navê Xwedayê rast e. Ew dixwaze wekî em navê wî bizanibin û bidine xebatê, ku bikaribin nêzîkî wî bin.
Wekilandin
-
Yehowa ça cude dibe ji hemû xudanên din, kîjana ku meriv dihebînin?
-
Em çira gerekê navê Xwedê bidine xebatê?
-
Ji çi tê kifşê ku Yehowa dixwaze wekî tu nêzîkî wî bî?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Pênc meniya lêkolîn ke, ku çima em dikarin bawer bin wekî Xwedê heye.
Pêbihesin ku çira logîkî ye bawer bikin, ku Xwedê timê hebûye.
“Kî Xwedê Efirandiye?” (“Birca Qerewiliyê” ya 1 Tebaxê, 2014)
Pêbihese wekî çira em gerekê navê Xwedê bidine xebatê, hergê jî nizanin ku berê ew nav ça digotin.
Gelo firqî heye ku em navê Xwedê ça hildidin? Pêbihese wekî çira em dikarin bêjin, ku tenê navekî Xwedê heye.
a Bona hê zêde elametî ku navê Xwedê çi tê hesabê û çima hine welger ew nav ji Kitêba Pîroz derxistine, binihêre broşûra para 1 “Navê Xwedê Peymana Kevinda”.