Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 05

Kitêba Pîroz Elametiya ji Xwedê ye bona Me

Kitêba Pîroz Elametiya ji Xwedê ye bona Me

Yehowa Kitêba Pîroz pêşkêş daye me. Ev pêşkêşeke qîmet e, kîjan ku ji 66 kitêbên biçûk e. Lê dibe ku pirs cem te pêşda tê: “Ev kitêb çawa gihîşte me? Nivîskarê vê kitêbê kî ye? Seva ku caba wan pirsa pêbihesin, were pêşiyê em şêwir kin, ku çawa elametiya Xwedêye ji Kitêba Pîroz gihîşte me.

1. Hergê Kitêba Pîroz meriva nivîsî ye, lê Xwedê çawa dikare bibe Nivîskarê wê?

Weke 40 meriva Kitêba Pîroz nava 1 600 sala zêdetir nivîsîne. Ev yek destpêbûyî ji sala 1513 B.D.M. heta nêzîkî sala 98 D.M. kişand. Rast e, nivîskarên vê kitêbê cûre-cûre meriv bûn, lê çi ku wana Kitêba Pîrozda nivîsîne, hevva girêdayî ye. Lê ev ça dikare usa be? Avtorê vê kitêbê Xwedê ye (Bixûne 1 Têsalonîkî 2:13.) Lema jî nivîskarên vê kitêbê, tu tişt ji ber xwe nedinivîsîn. Lê “bi rêberiya Ruhê Pîroz ji Xwedêda xeber dane” a (2 Petrûs 1:21). Ewan meriva ji bîna ber Xwedê fikirên wî nivîsîne (2 Tîmotêyo 3:16).

2. Kî dikare ji Kitêba Pîroz karê bistîne?

Mizgîniya xêrê ji Kitêba Pîroz bona “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” gelek kêrhatî ye (Bixûne Eyantî 14:6.) Xwedê xem kir, wekî Kitêba Pîroz ser gelek zimana bê welgerandinê û ev kitêbeke lape belabûyî ye. Bi rastî firqî tune meriv kîderê dijîn û ser çi zimanî xeber didin, îro nîvê zef ji wana dikarin evê kitêbê ser zimanê xwe bixûnin.

3. Yehowa çawa Kitêba Pîroz xwey kir, ku ev kitêb gihîşte me?

Kitêba Pîroz ser matêriyalên usa hatibû nivîsarê, kîjan ku dirêj nedihatin xweykirinê, mesele ser çerm û papîrûs. Lê bergirên Kitêba Pîroz ev kitêb qîmet dikirin, lema jî fesal bûn ku wedê bergirtinê rast binivîsin. Rast e hine merivên xweyîhukum dixwestin evê kitêbê kuta kin, lê yeke hebûn merivên usa, yên ku hazir bûn jîyîna xwe bikin bin qeziyê, seva ku evê kitêbê biparêzin. Yehowa nehîşt ku kesek yan tiştek rê wî bigire, wekî bi saya Xebera xwe tevî me xeber de. Kitêba Pîroz dibêje: “Gotina Xwedayê me abadîn dimîne” (Îşaya 40:8).

KÛR LÊKOLÎN KE

Hê zêde pêbihese, ku meriva çawa ji bîna ber Xwedê Kitêba Pîroz dinivîsîn, çawa Xwedê ev kitêb xwey kir, û ça xem kir ku meriv bikaribin evê kitêbê bistînin.

4. Kitêba Pîroz eyan dike, ku Avtorê vê kitêbê kî ye

Vêxe VÎDÊO. Paşê bixûne 2 Tîmotêyo 3:16, û van pirsa şêwir ke:

  • Hergê meriva Kitêba Pîroz nivîsîne, lê çima ev tê navkirinê Xebera Xwedê?

  • Ça tu difikirî, Xwedê çi cûreyî fikirên xwe derbazî wan meriya dikir, yên ku Kitêba Pîroz dinivîsîn?

Ça mezinê xebatê xebatçiyê xwe dide xebatê, seva ku giliyê wî nemêda binivîse, usa jî Xwedê merivên amin da xebatê, wekî Nivîsarên Pîroz binivîsin

5. Kitêba Pîroz hate xweykirinê

Hergê Kitêba Pîroz ji Xwedê ye, dêmek Xwedê wê nehêle, wekî ew bê kutakirinê. Nava terîxiyêda merivên xweyîhukum dixwestin Kitêba Pîroz kuta kin, û serwêrên rêlîgiyayê jî ev kitêb ji meriva vedişartin. Lê gelek meriv nava peyketinada jî hazir bûn jîyîna xwe bikin bin qeziyê, wekî Kitêba Pîroz neyê kutakirinê. Seva ku hê zêde derheqa merivekî usa pêbihesî, vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Ew yek ku tu îda zanî, wekî gelek meriva jîyîna xwe kirine bin qeziyê, ku Kitêba Pîroz bê xweykirinê, xwestina te zêde dike ku evê kitêbê bixûnî? Çima?

Bixûne Zebûr 119:97, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çi gelek meriva hêlan kir, wekî jîyîna xwe bikin bin qeziyê, seva ku Kitêba Pîroz welgerînin û bela kin?

6. Kitêb bona hemû meriya

Nava terîxiyêda tenê Kitêba Pîroz ser gelek zimana hatiye welgerandinê û belakirinê. Bixûne Karên Şandiya 10:34, 35, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çima Xwedê dixwaze, wekî Xebera wî ser haqas zimana bê welgerandinê û belakirinê?

  • Çima Kitêba Pîroz te xweş tê?

Nêzîkî

100%

merivên nav temamiya dinyayê

dikarin Kitêba Pîroz ser zimanê ku fem dikin, bixûnin

Ev heye ser

3 000

zimana zêdetir

bi temamî yan parên wê

5 000 000 000

Kopî hatine neşirkirinê,

û tu kitêb vê yekêda beramberî Kitêba Pîroz nabe

HINE MERIV DIBÊJIN: “Kitêba Pîroz kitêbeke kevin e, kîjan ku meriva nivîsîne.”

  • Lê tu çi difikirî?

  • Çi îzbat dike, ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye?

TEMAMKIRIN

Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye, û Xwedê xem kir wekî, hemû meriv bikaribin evê kitêbê destxin û ser zimanê xwe bixûnin.

Wekilandin

  • Çi tê hesabê, wekî meriva ji bîna ber Xwedê Kitêba Pîroz dinivîsîn?

  • Çi xût dilê te digire derheqa xweykirin, welgerandin û belakirina Kitêba Pîroz?

  • Niha çaxê tu zanî, wekî Xwedê haqas tişt kir, seva ku bi saya Xebera xwe tevî me xeber de, tu derheqa wî çi difikirî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Bixûne ku çawa Kitêba Pîroz gihîşte wedê me.

“Kitêba Pîroz Çawa Gihîşte Me” (“Hişyar Bin!”, Mijdar 2007)

Pêbihese ku çawa Kitêba Pîroz sê derecên xofda jî hate xweykirinê.

“Kitêba Pîroz Hate Xweykirinê û Gihîşte Me” (“Birca Qerewiliyê” № 4, 2016)

Pêbihese ku çawa hine merivên din jî, jîyîna xwe dikirine bin qeziyê, seva ku Kitêba Pîroz welgerînin.

“Wana Kitêba Pîroz Qîmet Dikir” (14:26)

Kitêba Pîroz gelek car hatiye bergirtinê û welgerandinê. Tu çawa dikarî bawer bî, wekî elametiya vê kitêbê rast hatiye xweykirinê?

“Gelo Kitêba Pîrozda Guhastin Kirine?” (Gotara ji malperê)

a Dersa 7-da wê bê şirovekirinê, wekî ruhê pîroz qewata Xwedê ye.