Here Naverokê

Here naverokê

DERS 07

Kitêba Pîroz li ser Yehowa Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz li ser Yehowa Çi Dibêje?

Gava ku tu li ser Yehowa Xwedê difikirî, çi tê bîra te? Hin kes dibêjin: “Xwedê pir mezin e, lê çawa ku stêrkên ezmanan ji me pir dûr in, ew jî ji me pir dûr e.” Hin kes jî dibêjin ku ew ne şexsek e, lê tenê hêz û qeweteke pir mezin e. Gelo Kitêba Pîroz li ser Yehowa bi rastî çi dibêje? Bi destê Peyva xwe, Yehowa eşkere dike ku çi sifetên wî hene. Wekî din jî, Yehowa dibêje ku ew ji me hez dike û xema me dixwe.

1. Çima em nikarin Xwedê bibînin?

“Xwedê Ruh e” (Yûhenna 4:24). Bedena Yehowa ya ji goşt û xwînê tune ye. Ew Ruh e û li ezmanan dijî. Ji ber vê yekê, em nikarin wî bibînin.

2. Hin sifetên Yehowa çi ne?

Rast e, em nikarin Yehowa bibînin. Lê gava ku em wî baş nas bikin, emê jê hez bikin, çimkî sifetên wî pir xweş in. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa “ji rastiyê hez dike û evdên xwe yên dilsoz naterikîne” (Zebûr 37:28, Wergera Weşanên Do). Bi xisûsî gava ku kesek êşê dikişîne, ew jê re “gelek dilovan û tije rehm e” (Aqûb 5:11). Wekî din, Yehowa “ji kesên ku dilê wan şikestîne nêzîk e û yên ku ruhê wan hatine êşandin, rizgar dike” (Zebûr 34:18, Wergera Weşanên Do). Gelo te dizanibû ku em dikarin bi kirinên xwe dilê Yehowa xweş bikin yan biêşînin? Mesela, kesê ku bi qesdî tiştên xerab dike, dilê Yehowa jê dimîne û diêşe (Zebûr 78:40, 41). Lê kesê ku tiştên rast dike, dilê Yehowa şa dike (Methelokên Silêman 27:11 bixwîne).

3. Yehowa çawa nîşan dide ku ew ji me hez dike?

Ji nav sifetên Yehowa, hezkirina wî bêhempa ye. Bi rastî jî, “Xwedê hezkirin e” (1. Yûhenna 4:8). Yehowa hezkirina xwe hem bi destê Kitêba Pîroz hem jî bi destê tiştên ku wî çêkirine, nîşan dide (Karên Şandiyan 14:17 bixwîne). Ka bifikire ku wî em çawa çêkirine. Em dikarin rengên bedew bibînin, muzîka xweş bibihîzin û xwarinên tehmxweş bixwin. Pir eşkere ye ku Yehowa dixwaze em ji jiyanê kêfê bistînin.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Yehowa çawa tiştên pir xweş û ecêb çêdike? Gelo ew çawa sifetên xwe yên pir xweş ji me re nîşan dide?

4. Ruhê pîroz hêz û qeweta Xwedê ya xisûsî û bitesîr e

Çawa ku em bi destên xwe dişixulin, Yehowa jî bi ruhê pîroz dişixule. Kitêba Pîroz zelal dike ku ruhê pîroz ne şexsek e, lê hêz û qeweta Xwedê ya xisûsî û bitesîr e. Xwedê bi vê hêz û qewetê her tiştî dike. Lûqa 11:13 û Karên Şandiyan 2:17 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Xwedê wê ruhê pîroz “bide wan ên ku ji wî dixwazin”. Gelo ruhê pîroz şexsek e, yan jî hêz û qeweta Xwedê ya xisûsî û bitesîr e? Tu çima wisa dibêjî?

Yehowa bi destê ruhê pîroz tiştên pir xweş û ecêb çêdike. Zebûr 33:6 û 2. Petrûs 1:20, 21 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Yehowa bi destê ruhê pîroz çi çêkiriye?

5. Sifetên Yehowa pir xweş in

Mûsa pêxember xizmetkarekî Xwedê yê dilsoz bû û wî pir dixwest Xwedê baş nas bike. Loma wî ji Xwedê re got: “Ji kerema xwe riyên xwe nîşanî min bide ku ez te çêtir nas bikim” (2. Mûsa 33:13, Mizgînî). Yehowa cewab da wî û hin sifetên xwe jê re gotin. 2. Mûsa 34:4-6 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Yehowa kîjan sifetên xwe ji Mûsa pêxember re eşkere kirin?

  • Tu bi taybetî ji kîjan sifetên Yehowa hez dikî?

6. Yehowa xema însanan dixwe

Di zemanê Mûsa pêxember de, xelkê Xwedê li Misrê xulam bû. Gava ku tehde li wan dihat kirin, gelo dilê Yehowa bi halê wan dişewitî? QEYDA DENG bibihîze yan jî 2. Mûsa 3:1-10 bixwîne. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Li gor van ayetan, gava ku Yehowa êş û derdên însanan dibîne, gelo dilê wî bi halê wan dişewite? (Li ayetên 7 û 8an binêre.)

  • Bi dîtina te, gelo Yehowa bi rastî dixwaze alî însanan bike û hêz û qeweta wî digihîje vê yekê? Tu çima wisa difikirî?

7. Sifetên Xwedê di tebîetê de tên dîtin

Yehowa sifetên xwe bi destê tiştên ku wî çêkirine, nîşan dide. VÎDEOYÊ vêxe. Paşê Romayî 1:20 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Tu kîjan sifetên Yehowa di xuliqandinê de dibînî?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Xwedê Xwedê ye. Em li ku, ew li ku!”

  • Tu çi dibêjî?

  • Tu çima wisa difikirî?

BI ÇEND GOTINAN

Yehowa Ruh e, loma em nikarin wî bibînin. Sifetên wî gelek in û bi xisûsî hezkirina wî pir xweş e.

Tu çi elimî?

  • Çima em nikarin Yehowa bibînin?

  • Ruhê pîroz çi ye?

  • Hin sifetên Yehowa çi ne?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Kîjan çar sifetên Yehowa yên esasî hene?

“Kîjan Sifetên Xwedê Hene?” (Birca Çavdêriyê No. 1 2019)

Bala xwe bide îsbatên ku Xwedê di her tiştî de nîne.

“Gelo Xwedê di Her Tiştî de ye?” (Meqaleya Înternetê)

Kitêba Pîroz çima dibêje ku ruhê pîroz mîna destê Xwedê ye?

“Ruhê Pîroz Çi ye?” (Meqaleya Înternetê)

Zilamekî kor bawer nedikir ku dilê Xwedê bi wî dişewite. Çi alî wî kir ku ew fikir û ramanên xwe biguherîne?

“Êdî Ez Dikarim Alî Mirovan Bikim” (Birca Çavdêriyê, 1 Cotmeh 2015)