Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 08

Tu Dikarî Bibî Dostê Yehowa

Tu Dikarî Bibî Dostê Yehowa

Yehowa dixwaze wekî tu diha rind wî nas kî. Çira? Ew zane ku tu çiqas rind wî rêyên wî û nêta wî nas kî, haqas hê zêde tuyê bixwazî bibî dostê wî. Lê tu bawer dikî ku tu dikarî bibî dostê Yehowa? (Bixûne Zebûr 25:14). Tu çi dikarî bikî, wekî bibî dostê wî? Kitêba Pîroz caba wan pirsa dide û eyan dike ku çira dostiya tevî Yehowa, dostiya lape ferz û qîmet e.

1. Yehowa te teglîf dike ku tu çi bikî?

“Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8). Lê ew çi tê hesabê? Yehowa te teglîf dike wekî bibî dostê wî. Hinekara dibeke çetin be bawer kin, ku ewana dikarin bibin dostê wî kesî, kîjanî ku navînin, dêmek Xwedê. Lê Yehowa Xebera xweda derheqa xwe mera wan tişta eyan dike, çi ku alî me dikin nêzîkî wî bin. Rast e em Xwedê navînin, lê çaxê em Kitêba Pîrozda mizgîniya Xwedê dixûnin, dostiya me tevî wî diha qewî dibe.

2. Çira Yehowa dostê lapî baş e?

Tu kes te usa hiz nake çawa ku Yehowa te hiz dike. Ew dixwaze tu bextewar bî û gava tera alîkarî lazim be, wîra dua bikî. Xebera wîda tê gotinê: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Yehowa timê hazir e alî xizmetkarên xwe bike, dilbîniyê bide wan û duayên wan bibihê (Bixûne Zebûr 94:18, 19).

3. Yehowa dixwaze em çi bikin wekî bibin dostên wî?

Yehowa hemû meriva hiz dike, lê “Ew hevalê sitqê dilê rast e” (Metelok 3:32). Yehowa hîviyê ye wekî dostên wî çiqas dikarin wan tişta bikin, çi ku ber çevê wî rast in, û xwe ji tiştên xirab dûr bigirin. Hine meriv difikirin ku wê tu car nikaribin hemû aliyada li gora xwestina Yehowa bijîn û tu xirabiyê nekin. Lê Yehowa rem e û Ew wan hemûya qebûl dike, yên ku hemû tiştî dikin wekî dilê Wî şa kin (Zebûr 147:11; Karên Şandiya 10:34, 35).

KÛR LÊKOLÎN KE

Hê zêde pêbihese ku tu ça dikarî bibî dostê Yehowa û çira Yehowa dostê lapî baş e.

4. Birahîm dostê Yehowa bû

Serhatiya Birahîm (ew usa jî eyan bû ça Abram) ji Kitêba Pîroz, dide kifşê ku çi tê hesabê bibin dostê Yehowa. Derheqa Birahîm bixûne Destpêbûn 12:1-4. Paşê wan pirsa şêwir ke:

  • Yehowa çi gote Birahîm ku bike?

  • Yehowa wîra çi soz da?

  • Birahîm hindava rêberiya Yehowa ça xwe da kifşê?

5. Yehowa ji dostên xwe hîviya çi ye?

Tebiyetî ye ku em hîviyê ne, wekî hevalên me hine tişt bikin.

  • Tu dixwazî ku hevalên te bona te kîjan hine tişta bikin?

Bixûne 1 Yûhenna 5:3, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Yehowa ji dostên xwe hîviya çi ye?

Seva ku gura Yehowa bikin, dibeke mera lazim be xwe û rabûn-rûniştina xwe biguhêzin. Bixûne Îşaya 48:17, 18, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çira Yehowa dixwaze ku dostên wî guhastina bikin?

Hevalê baş wê timê bîne bîra me, ku em çi bikin wekî nekevine nav problêma û karê bistînin. Yehowa hindava dostên xweda hema usa ne

6. Yehowa bona dostên xwe çi dike?

Yehowa alî dostên xwe dike wekî bikaribin çetinayada teyax kin. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Ça ji vîdêo hate kifşê, Yehowa ça alî kulfetek kir, wekî fikirên nerast ji serê xwe derxe û dilteng nebe?

Bixûne Îşaya 41:10, 13, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Yehowa bona hemû dostên xwe çi soz dide?

  • Ça tu difikirî, Yehowa dikare bona te bibe dostê baş? Çira?

Hevalên nêzîk wê bên hewara te, çaxê tu hewce bî. Yehowa jî wê alî te bike gava tera lazim be

7. Seva ku bibine dostên Yehowa, em gerekê tevî wî xeber din û guh bidine wî

Heval bi saya xeberdanê diha nêzîkî hev dibin. Bixûne Zebûr 86:6, 11, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Em ça dikarin tevî Yehowa xeber din?

  • Yehowa ça tevî me xeber dide?

Em bi saya dua tevî Yehowa xeber didin; Yehowa bi Kitêba Pîroz tevî me xeber dide

HINE MERIV DIBÊJIN: “Meriv nikare bibe dostê Yehowa.”

  • Teyê kîjan rêz bida xebatê seva ku nîşan kî, wekî em dikarin bibin dostên Yehowa?

TEMAMKIRIN

Yehowa dixwaze ku tu bibî dostê wî û ew wê alî te bike, wekî nêzîkî wî bî.

Wekilandin

  • Yehowa ça alî dostên xwe dike?

  • Çira Yehowa dixwaze wekî dostên wî nav xweda guhastina bikin?

  • Ça tu difikirî, çetin e bibî dostê Yehowa? Şiroveke çira erê yan çira na?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese ku ça dostiya tevî Yehowa emirê kulfetekê diha baş kir.

“Min Nedixwest Bimirim!” (“Birca Qerewiliyê” № 1, 2017)

Binihêre hine cahil çi dibêjin derheqa Yehowa.

“Çi Tê Hesabê Bibine Dostên Xwedê?” (1:46)